ANF

11 Çile 2012

DÊRSIM – Demîrtaş bersiv da daxuyaniya Erdogan û got; “Em dikarin deh pezan xwedî bikin an na, tu dest ji vê berde, pêşî hesabên qetilkirina 35 ciwanan bide.” Demîrtaş destnîşan kir ku xwediyê statîkoperestiya berê AKP ye û got; “Min heqaretê li tu kesî nekiriye. Ez careke din dubare dikim, li ba me qîmetê serfermandarek giştî ku daxuyaniyên wiha der barê zimanê zikmakî yê Kurdan de dide, bi qasî yê onbaşiyekî ye.”

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo xebatên partiya xwe yên herêmî çû Dêrsimê û bi gel re civiya. Demîrtaş beriya civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku komkujî ne dtenê di sala 38 de, di salên 80’yî û 90 û heta salên 2000’yî de jî hene. Demîrtaş destnîşan kir ku parçebûna gelê Dêrsimê ya navxweyî ziyanê dide gelê Dêrsimê û got ku divê gelê Dêrsimê ne yekitî, tenêmayînê red bike.

JI DÊRSIMÊ LÊBORÎN XWEST

Demîrtaş diyar kir ku hewldanên siyasî yên partiya wan a li Dêrsimê ne bes bûye û bi navê BDP’ê ji Dêrsimê lêborîn xwest. Demîrtaş got; “Gelê Dêrsimê qedir û qîmetek hêja daye me, lê di warê xebat û xizmetê de em nebûne bersiv. Ji ber wê jî divê em lêborînê bixwazin.”

Demîrtaş bersiv da pirsên rojnamevanên ên der barê daxuyaniyên Erdogan de û diyar kir ku ew ê bi zimanê Erdogan bersivê nede Erdogan û got; “Li holê komkujiya Qilaban heye, divê hesabê wê bidin. Lê hikûmeta AKP li şûna berpirsyartiya vê yekê hilbigire, hewl dide rojevê biguherîne. Min heqaretê li tu kesî nekiriye. Ez careke din dubare dikim, li ba me qîmetê serfermandarek giştî ku daxuyaniyên wiha der barê zimanê zikmakî yê Kurdan de dide, bi qasî yê onbaşiyekî ye. Berpirsê siyasî yê vê bûyerê tu yî, berpirsê leşkerî yê vê bûyerê jî Serfermandar e. Hûn her du jî berpirsyar in.”.

Demîrtaş destnîşan kir ku rojev komkujiya Qilaban eû diyar kir ku AKP bi israr dixwaze rojevê biguherîne. Demîrtaş diyar kir ku dixwazin êrişê me bikin û rojevê biguherînin.

Demîrtaş destnîşan kir ku hemû gelên Rojhilata Navîn xwedî çek in û diyar kir ku gotinên Leyla Zana hatine guhertin. Demîrtaş got; “Gotinên der barê Birêz Zanayê de hatine kirin, bi temamî ne rast in. Birêz Leyla Zana di axaftina xwe de gotiye divê çek bêne danîn. Çekên ereban, farsan û Îsraîliyan hene, lê dema mesele dibe kurd, dibêjin stûyê xwe bitewînin. Em nabêjin bila pirsgirêk bi çekê çareser bibe. Em dibêjin bila çek bê deng bibin û siyaset biaxive. Lê Serokwezîr jî berê me dide çiyê. Bila li şûna rêya çiyê nîşanî me bikî, rêya hatina ji çiyê nîşan bike. An ne Kurd dizanin çawa biçin çiyê. Mereq neke.”

JI MIN RE 300 SAL CEZA TÊ XWESTIN

Demîrtaş der barê pirsa têkildarê gilîkirina wî ya ji aliyê Serfermandariyê ve jî û got; “Ji min re çiqas kurtebiryar hene, bi rastî ez jî nizanim. Ji parlementerên BDP’ê re çend hezar sal ceza tê xwestin, em jî dizanim. Hesab jî nakin. Pêwîst nake jî. Lê li gel cezayê dawiyê ji min re hatibû xwestin, cezayê ji min re tê xwestin nêzîkî 300 salan e. Bila ew jî kerm bikin gilî bikin.”

ANF NEWS AGENCY

1 views